Fermandarekî Heşdî Şeebî hat kuştin
Balafirên şer yên DYE-Îsraîlê bi dijwarî Lîwaya 53 ya Heşdî Şeebî ya navçeya Tilehfer a sînorê Nînowayê bombebaran kir û fermandarek hat kuştin.
Balafirên şer yên DYE-Îsraîlê bi dijwarî Lîwaya 53 ya Heşdî Şeebî ya navçeya Tilehfer a sînorê Nînowayê bombebaran kir û fermandarek hat kuştin.
DYE û Îsraîlê bi balafirên şer du caran êrîş bire ser navend û baregehên Haşdî Şeebî ya li navçeya Tilehfer a dikeve rojhilatê Parêzgeha Nînowayê.
Çavkaniyeke ya Iraqê ragihand ku di êrîşê de fermandarekî Heşdî Şeebî hatiye kuştin.
Medyaya Iraqê agahî spartin çavkaniyên ewlehî yên Iraqî û ragihandin ku di êrişê de fermandarê Lîwaya 53’ê ya Heşdî Şeebî hatiye kuştin.
Li aliyê din di nava rojê de di navbera 30 deqeyî de du carî êrişî Lîwaya 53 ya Heşdî Şeebî ya li Tilehfer ya dikeve Rojhilatê Nînowayê.